Dembaş û bi xêr hatine Länsförsäkringar Skåne

Em li bara ewlehiya we ya malî û aborî dikarin di gellek tiştan da arîkariyê bidin we. Em vê ewlehiyê bo malbata we û malhebûna we, wekî mînak sigorteya malbatê, sigorteya zarokan, sigorteya erebeyan û sigorteya heywanên malê dabîn bikin. Herwiha, em dikarin bi karên we yên bankê, hesabên zexîreyê û kredîtan arkariyê bidin we. Dîsan jî, em dikarin bo kirîn an firotina xanî yan apartimanê we bi rêya komisiyonkariyê arîkariyê bikin.

Em bi zimanê inglîsî van xizmetên arîkariyê dikin. Hûn dikarin ji me ra telefon bikin, e-nameyan bişînin yan serdana şaxeyên me li Malmö, Lund, Helsingborg, Ystad yan Ängelholm bikin.

Em bankeke xwedan mişterî û şîrketeke sigorteyê ne. Ev yanê hûn wekî mişterî digel hemû mişteriyên me yên din xwedanê/a Länsförsäkringar Skåne ne. Her cûre sûd vedigere bo mişteriyên me.

Em li benda we ne! (english)

Agahiyên kurt li bara Länsförsäkringar Skåne:

  • Li sala 1836 hatiye damezirandin
  • Ji 4000î pirtir mişteriyên me li Skåne hene
  • Li heşt şaxeyên me li Malmö, Helsingborg, Lund, Ängelholm û Ystad nêzî 450 karmendên me hene.

 

Hûrgiliyên bo pêwendiyê bi zimanê înglîsî li vir in